TR KU SO
FB X
Aborî

Rewşa Volkswagenê baş nîne û dibe 50 hezar xebatkaran derxe

Admin M
Nivîskar
📅 11 adar 2026 00:08

PeyamaKurd – Kara şîrketa otomobîlê ya Almanya ya Volkswagenê di sala borî de %54 daket. Sedem jî ew e ku Amerîka baca gumrikê zêde kir, bi Çînê re reqabeta wê gelek zahmete û hem guherînên di marka Porsche de sedemên daketina kara şîrketê ye.

Di bin sîwana Grûba Volkswagenê de markayên din yên weka Audi, Bugatti, Seat, Skoda û Porsche hene û di rapora xwe de encama kara xwe ya di sala borî de ragihand.

Li gor raporê; grûb di sala 2024an de, dahata firotina wê 324,65 milyar avro ye û di sala 2025an de %08 kêm kiriye û bûye 322 milyar avro. Kara şîrketê %54 daketiye û bûye 8,9 milyar avro û kara wê ya safî %44,3 ketiye û bûye 6,9 milyar avro.

Teslîmata erebeyan li gor sala borî 0,2 kêm bûye û di qeydiyan de 9 milyon 22 hezar heb derbas dibe.

Şîrket ragihand ku wê heya sala 2030an li dora 50 hezar karkerî ji ser kar derxe.

CEO yê Volkswagenê Oliver Blume di rapora salane ya şûrketê de ji bo hissedaran ragihand ku hilberîna erebeyên bi elektrîkê yên Çînê zorê dide ser bazarê, DYA bacê daniye ser sektora wan û maliyeta hilberîna erebeyan gelek zêdeye.

Parve bike: