TR KU SO
FB X
Aborî

Rûsya: Maliyeta êrîsên sîberî dê bibe 2,5 trîlyon dolar

Admin M
Nivîskar
📅 22 hezîran 2019 04:22

PeyamaKurd- Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev, ragihand ku pêşdeçûnên teknolojîk bi xwe re hinek rîskan jî tînin û weha dewam kir:

“ Mînak; êrîşên sîberî zerara wan di aboriya dinyayê de, îsal dê bigihê 2,5 trîlyon dolarî. Hasila nesafî ya nav welatên temamê Afrîkayê, miqdarê wê li dora 2,5 trîlyon dolariye.”

Medvedev, li Moskovayê di Konferansa Ewlekariya Sîberî ya Navdewletî de, balê kişand ser talûka êrîşên sîberî. Medvedev got ku înternet li seranserê dinyayê ji aliyê 4 mîlyar kesan de tê bikaranîn. Telefonên berîkê ji aliyê 5 mîlyar kesan de tê bikaranîn.

Ev teknolojiya ku di seranserê dinyayê de tê bikaranîn bi xwe bo êrîşên sîberî her saniye talûke ne.

Parve bike: