TR KU SO
FB X
Aborî

Şîrketa ‘Electronic Arts’ ê bi 55 milyar dolarî firotin Erebistana Sa’ûdiyê

Admin M
Nivîskar
📅 06 tebax 2026 13:54

PeyamaKurd – Yek ji şîrketên sektora leystikan ji yên herî mezin, ya bi navê Electrnic Arts di borsa dinyayê de ji borsayê vekişandin û kirin şîrketa taybet. Fona Veberhênanê ya Xizmeta Giştî ya Erebistana Sa’ûdiyê (PIF) ji %93,4 wê kirî û bu ortaxê şîrketê yê herî mezin.

Şîrketa Elektronic Arts (EA) şîrketa pêşdebirin û belavkirinê ya leystikaye û demekî dirêje di asta dinyayê de parên wê dihatin firotin lê niha ji baraza parvekirina hîsseyan vekişiya û bû şîrketa taybet.

Bi serpereştiya PIFê wekî konsorsiyum Silver Lake û Affinity Partners bûn ortaxê şîrketê û piraniya kontrola rêvebiriyê û darayî ket destê PIF ê.

Li gor ragihandina Ekonomimê; temamê şîrkwetê maliyeta wê 55 milyar dolare û ji vî pereyi 20 milyar dolar bi deyndarkirinê tê finansekirin.

Ji ber perê kirîna şîrketê zêdeye, dibe di demên pêşiya me de karibe bandora neyînî li ser statejiya veberhênanê bike.

Pisporên sektorê bi sedema deynê zêde, dikare markayên ku talûka zerar û maliyeta wan kême, yên wekî EA Sports FC, Battlefield, Madden NFL û The Simsê giraniya xwe bide ser wan markayan.

Piştî bi fermî dewra karê EAyê qediya, CEOyê wê Andrew Wilson, ji bo xebatkaran daxwuyaniyekî agahiyan şand û got ku dest bi xebata dewrekî dinê yê nûh kirine û ragihand ku çavkaniyên fînansê yên niha hene û derfetên bazara dinyayê yên hene, dikin ku ji bo bigihê hedefên xwe, dê şîrket hilberîneriyê bikin armanc.

Parve bike: