TR KU SO
FB X
Aborî

Şîrketa otomotîvê ya Çînê SWM hilberîna xwe li Tirkiyê rawestand

Admin M
Nivîskar
📅 21 îlon 2026 15:32

PeyamaKurd – Şîrketa otomotîvê ya Çînê SWM hilberîna xwe li Tirkiyê rawestand. SWM hilberîna xwe li Tirkiyê li bajarê Eskişehirê bi ortaxî dikir.

Li gor ragihandina rojanama ‘Otomobil Gazetesi’ SWM Motors, ATMO Group û Urzema Holding bi ortaxî hilberînê dimeşandin lê proje bi dawî hat. Di biryarê de hat gotin ku di otomobîlên nûh yên SWM de, standardên GSR2 yên ewlehiyê û hinek kêmasiyên din bûne sedema rawestandina hilberînê.

SWM, di dawiya sala 2023an de bi distribitoriya grûba ATMO Group ketibû bazara Tirkiyê û di serî de modelên G01 û G01F xistibûn ber firotinê.

Di serê projê de, dê salane 20-25 hezar hilberîn bihata kirin û paşî dê derxistina 200-250 hezar hebî.

Niha proje rawestiya û ne diyare dê Çîn şîrketekî bixe şûna xwe, bi temamî fabrîkê ji ortaxên xwe re bihêle an çareseriyeka dinê peyda bikin, diyar nîne.

Parve bike: