TR KU SO
FB X
Aborî

SOMO: Iraqê di 18 rojan de zêdetirî 63 milyon bermîl petrol firotin

Admin H
Nivîskar
📅 19 mijdar 2026 14:56

PeyamaKurd - Jêderekî ji Kompaniya Neteweyî ya Firotina Petrola Iraqê (SOMO) îro ragihand ku di navbera 1 û 18ê Mijdarê de, Iraqê zêdetirî 63 milyon bermîl petrol hinarde kiriye. Bi vê yekê navîniya firotina rojane gihîştiye 3 milyon û 522 hezar bermîlan.

Hûrgiliyên hinardekirin û biryardana budceyê

Jêderê SOMOyê amarên hinardekirinê bêtir zelal kirin:

Petrola Herêma Kurdistanê: Rojane 102 hezar bermîl.

Bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve rojane 69 hezar bermîl.

Ev amar di demekê de ne ku di reşnivîsa budceya 2027an de navîniya hinardeya Iraqê rojane 3 milyon û 300 hezar bermîl (bi bihayê 60 dolarî) hatiye texmînkirin.

Di Benda 10an a budceyê de Herêma Kurdistanê bi hinardekirina 445 hezar bermîlan hatibû pabendkirin.

Her wiha berhemanîna giştî ya Iraqê di çarçoveya sînorê OPECê de 5 milyon bermîl derbas kirine.

Tê bîranîn ku hinardeya petrola Herêma Kurdistanê piştî biryara Dadgeha Rehakirinê ya Parîsê di 25ê Adara 2023an de hatibû rawestandin, lê di 27ê Îlona 2025an de bi rêkeftina sêalî ya Bexda, Hewlêr û kompanyayên neftê ji nû ve dest pê kiribû.

Parve bike: