TR KU SO
FB X
Aborî

Temamê keriya dewaran danegeriya malê: 10 gamêşan perçekirî dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 12 îlon 2026 11:30

PeyamaKurd – Li Tirkiyê libajarê Tokatê li navça Niksarê li belda Gökçeli li zozanê Akpinarê, garana dewaran ya aîdê kesê bi navê Şanveren Onayrılı (63) ku 45 sale li dewaran xwedî dike, dema dît ku garana dewaran bi temamî danegeriyaye axwurê, bi ciyê dewaran ve çû û dît ku 10 gamêş û kerekî hatine perçekirin.

Ji bo tesbîta ajalên yabanî ku dirindene, fotokapanê danîn. Şanveren Onayrılı, li zozana heywanên mezin xwedî dike û dema li pey heywanên xwe çû, dît ku kera wî û 10 gamêş telef bûne.

Gavan, dît ku zikên heywanan hatine perçekirin û hinek gamêş bi qismî bedena wan di bin axê de ne. Tevî li wan geriya jî 3 heywanên din nedît.

Li ser agahdarkirinê, cendirme, rayedarên parastina xwezayî û parkên milli û tîmên daristanan çûn ciyê rûdanê. Ji bo zanibin kîjan heywan wan heywanan telef kirine fotokapanê danîn.

Parve bike: