Aborî
Tirkiye, di 11 mehan de bi 2,4 milyar dolarî bindeqan îxrac kir
PeyamaKurd – Tirkiye di 11 mehên salên demsala 2025-2026an ya bindeqan de, bi 2,4 milyar dolarî bindeqan firot derveyê Tirkiyê. Yekîtiya Îxracatvanên Bindeq û Berhemên Bindeqan ya Derya Reş bi nivîkî ragihandina rêjeyên îxracatê kir.
Yekîtî got ku ji 1ê Êlûna 2025an heya 31ê Temmûza 2026an, bi miqdarê 2 milyar, 400 milyon û 360 hezar û 66 dolarî, 186 hezar û 400 ton bindeqan firotine derveyê Tirkiyê.
Rêjeyên berya vêya jî ji aliyê Yekîtiyê de weha hat ragihand: Di îxracata 295 hezar û 46 ton bindeqan de, 2 milyar, 433 milyon, 755 hezar û 328 dolar pere qezenc kirine.