Tirkiye û İraqê li ser projeyeke mezin a gaza xwezayî û hinardekirina petrolê li hev kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku ew bi hikûmeta Iraqê re li ser projeyeke girîng a gaza xwezayî dixebitin ku dikare binesaziya enerjiyê ya herêmê biguherîne.
Bayraktar diyar kir ku di qonaxa yekem a vê projeyê de, Tirkiye dê bi rêya binesaziya xwe gaza xwezayî ji bo santralên berhemanîna elektrîkê yên Iraqê dabîn bike da ku beşek ji pêdiviyên wî welatî çareser bibe.
Di qonaxa duyem de jî tê armancikirin ku bi çêkirina xeteke nû ya boriyan re, gaza Qeterê û welatên din ên Kendavê di ser axa Iraqê û Tirkiyeyê re derbasî bazarên Ewropayê bibe.
Wezîrê Tirk bal kişand ser binesaziya berfireh a Tirkiyeyê û diyar kir ku wekî alternatîf rêya di ser Siûdiye, Urdin û Sûriyeyê re jî dikare bê nirxandin.
Ev geşedan piştî hevdîtina şandeya Iraqê ya li Enqereyê pêk hat, ku di civînê de her du welatan li ser hinardekirina rojane 750 hezar bermîl petrol bi rêya bendera Ceyhanê li hev kiribûn û armanc ew e ev rêje bibe 1.5 mîlyon bermîl.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di daxuyaniya xwe ya li ser torên civakî de ev lihevkirin wekî "destkeftiyeke stratejîk a girîng" pênase kir.
Zeydî destnîşan kir ku peymana çarçove ya di navbera Enqere û Bexdayê de ne tenê bo qada petrolê ye, di heman demê de hevkariyên aborî, elektrîk û rêveberiya avê jî li xwe digire û dê bibe sedema geşepêdan û aramiya hemû herêmê.