Wê Çîn li Kurdistanê fabrîkayên otomobîl û telefonan ava bike
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Liu Jun eşkere kir ku pêwendiyên aborî yên Çîn û Herêma Kurdistanê êdî ji firotina kelûpelan derbasî qonaxa "veberhênana rasterast" bûne.
Jun mizgîniya wê yekê da ku di paşerojê de Çîn plan dike li nav Herêma Kurdistanê kargehên çêkirina otomobîl û telefonên mobîl ava bike. Niha zêdetirî 50 kompaniyên mezin ên Çînî (wekî Huawei) li Herêmê çalak in û Pekîn amade ye di warê Hişê Çêkirî (AI) de jî alîkariya teknîkî bide Herêmê.
Herwiha, ji bo hêsankirina çûnûhatinê, xebatên ji bo kêmkirina lêçûna vîzeyê û destpêkirina geştên asmanî yên rasterast di navbera Çîn û firokxaneyên Herêmê de berdewam dikin.
‘Zîrekiya Stratejîk’ û piştgiriya projeyan
Di aliyê siyasî de Liu Jun pesnê helwesta serkirdayetiya Kurd da û şêwaza rûbirûbûna wan a li hemberî aloziyên Rojhilata Navîn wekî "bêalî û zîrekane" bi nav kir.
Jun tekez kir ku serkirdayetiya Herêmê rê neda ku xaka Kurdistanê bibe sengerê êrîşên li ser welatên cîran, ev yek jî nîşana "zîrekiyeke mezin" e.
Konsulê Çînê herwiha piştgiriya xwe bo projeyên stratejîk ên Kabîneya Nehem, bi taybet projeya elektrîka 24 saetî diyar kir û ew wekî pêngaveke girîng a hem ji bo aboriyê û hem jî ji bo jîngehê nirxand.