TR KU SO
FB X
Aborî

Wê Iraq petrolê bi xeteke derveyî Herêma Kurdistanê bişîne Tirkiyê

Admin H
Nivîskar
📅 16 adar 2026 22:38

PeyamaKurd - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku wan ji bo hinardekirina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dest bi xebatên nûjenkirina xeteke taybet kiriye. Ev xeta ku kapasîteya wê rojane 200 heta 250 hezar bermîl e, rasterast ji Kerkûkê dest pê dike û di nav axa Herêma Kurdistanê re derbas nabe.

Ebdulxenî diyar kir ku tenê 100 kîlometre ji xebatên kontrolkirina xetê mane û ev kar dê di nava hefteyekê de bi dawî bibe. Her çend berê di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bo bikaranîna xetên Herêma Kurdistanê hewldan hebûn û aliyê Kurdî amadebûna xwe nîşan dabû jî, Iraq niha giraniyê dide vê xeta alternatîf.

Li dijî girtina Tengava Hurmuzê rêyên alternatîf

Hêjayî gotinê ye, ji ber girtina Tengava Hurmuzê ya ku rêya sereke ya hinardekirina petrola Iraqê bû, Bexda berê xwe daye benderên Sûriye û Urdinê. Wezîr Ebdulxenî eşkere kir ku wan dest bi amadekariyan kiriye da ku petrolê bi rêya Bendera Banyasê ya Sûriyeyê û Bendera Eqebeyê ya Urdinê bi tankeran hinarde bikin. Hilberîna petrolê ya Iraqê ya niha daketiye 1,5 heta 1,6 milyon bermîlan, di gava ku para wan a di nav OPECê de 4,4 milyon bermîl e. Ev pêngavên nû wekî hewldaneke ji bo derbaskirina krîza aborî û veguhastinê têne nirxandin.

Parve bike: