Xemîs Xencer: Ji bo şandina petrola Kurdistanê bo Ceyhanê lihevkirin çêbûye
PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer, îro (24ê Gulanê li mala xwe pêşwaziya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û piştî civînê ji rojnamevanan re axivî.
Xencer pesnî serdana Barzanî ya ji bo Bexdayê da û diyar kir ku ev tegera dîplomatîk pir serkeftî bûye û gelek astengên li pêşiya çareseriya pirsgirêkan hatine rakirin.
Xencer eşkere kir ku lihevkirineke siyasî ya pir xurt di navbera aliyan de çêbûye daku hinardekirina fermî ya petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê jinûve dest pê bike.
Xencer destnîşan kir ku niha li pêşberî hêzên siyasî yên Iraqê fersendeke zêrîn heye daku di bin hikûmeta nû ya bi serokatiya Elî Zeydî de hemû nakokî û alozî bi awayekî bingehîn werin çareser kirin.
Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê bal kişand ser bandorên xirab ên hevrikiyên di navbera Îran û Amerîkayê de li ser axa Iraqê û rexne li êrîşên milîsan ên li ser Herêma Kurdistanê û welatên Erebî girt.