3 senaryoyên piştî mirina Xamaney
PeyamaKurd- Piştî piştrastkirina nûçeya kuştina Rêberê Bilind ê Olî yê Îranê Elî Xamaney, çavên hemû cîhanê li ser Tehranê ne. Ger rejîm di demeke nêzîk de neyê hilweşandin, 3 senaryoyên piştî Xamaney di rojevê de ne.
Di vê dema krîtîk de ku herêm di nav agirê şer de ye, pirsa herî mezin ev e: "Gelo sîstema Îranê dê çawa xwe nû bike û kî dê derkeve pêş?"
Li gorî pisporên siyasî, sê senaryoyên sereke li pêşiya Komara Îslamî ne.
1. Parastina îdeolojîk û hişkiya sazûmanî
Di senaryoya yekem de, eger hevahengiya navxweyî ya rejîmê neşike, dibe ku kesayetên wekî Mihemed Mehdî Mîrbaqirî ji bo parastina bingeha îdeolojîk derkevin pêş. Di heman demê de, navên wekî Elî Riza E'rafî, Haşim Huseynî Bûşehrî û Sadiq Larîcanî wekî namzedên sazûmanî tên dîtin.
Ji aliyê ewlehiyê ve jî, Serokê Dezgeha Dadweriyê Xulamhuseyn Muhsinî Ejeyî wekî fîgurekî bihêz tê hesibandin ku dikare îstîqrara sîstemê biparêze. Herwiha Elî Xumeynî (neviyê Xumeynî) ku têkiliyên wî yên xurt bi her du navendên dînî yên Qum û Necefê re hene, dikare bibe pireke sembolîk di navbera nifşên nû û kevin de.
2. Tevlîhevî û rola Sipaha Pasdaran
Senaryoya duyem li ser bingeha "windakirina kontrolê" ava dibe. Eger di rêveberiya jorîn de valahiyek û bêîteatî çêbibe, dibe ku hevahengiya elîtan ji bo demekê lawaz bibe. Di rewşeke wiha de, hêza herî birêxistinkirî ya welat, yanî Sipahê Pasdaran, dê dest deyne ser her tiştî. Pasdar dikarin wekî "koordînatorê sereke" rolê bilîzin heya ku lihevkirineke nû çêbibe. Di vê navberê de dibe ku "Encumena Rêbertiyê ya Demkî" ji ya ku tê hêvîkirin zêdetir li ser desthilatê bimîne.
3. Vegera ber bi ‘Nermbûna Taktîkî’
Di senaryoya sêyem de, eger zextên navxweyî (xwepêşandan) û êrîşên derveyî zêde bibin, dibe ku sîstem ji bo parastina xwe berê xwe bide pragmatîzmê. Di vê rewşê de, kesayetên ku berê li derveyî xeleka sereke hatibûn hiştin, wekî Hesen Ruhanî an jî Hesen Xumeynî, dikarin wekî namzedên "lihevkirinê" werin pêş.
Ev gava hanê ne wekî guhertineke îdeolojîk, lê wekî "taktîka man û nemanê" tê nirxandin da ku alozî bi cîhanê re were kêmkirin.
Şêwirmendê Xamaneyî pêvajoya veguhêz ragihand
Şêwirmendê Xameneyî Mihemed Muxbir jî ji televîzyona dewletê re ragihand ku 3 rayedar; Serokkomar Mesûd Pizeşkiyan, Serokê Dadweriyê Xulam Huseyîn Muhseni Ejei û nûnerek ji Encumena Parêzvanên Destûrê dê pêvajoya veguhêz bi rê ve bibin.