Çand_û_Hûner
1 milyon kelem hilberandin û heb hene ku giraniya wê 45 kîlo ye
PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Aziziye kelemên bi navê Söğütlü tên çandin, ev cûre kelem (lahana) bi mezinahiya pelên xwe û mezinbûna xwe navdare. Ji bo xwarinê li her derê Tirkiyê û Kurdistanê tê firotin.
Her sal li navçê li dora 1 milyon kelem tên çandin, ji bo dolma keleman, aşpêj û kebanî bêhtir wê tercîh dikin. Giraniya keleme digihê heya 45 kîloyan. Çapa wan digihê 35-45 cm. yan. Bihayê kelemê li gor mezinbûna wê di navbera 100-200 lîreyî de diguhire. Ji hilberîneran Murtaza Kaya gotiye:
“Em wan dişînin Bursayê û deverên din. Em kelemên Tirkiyê diçînin. Di kelemên Söğütlü de vîtamîna C heye. Bi giştî emava paqij didnê û organîkin. Seleta wê jî gelek xweş e. Em dişînin herêma Derya Reş û herêmên din.”