Agît Isik bi albuma xwe ya duyem ‘Hez’ê li pêsberî mûzîkhezan e
PeyamaKurd - Hunermend Agît Işik piştî albuma xwe ya yekem a bi navê ‘Lorîna Sibê’, niha jî bi albuma xwe ya duyem ‘HEZ’ê li pêşberî mûzîkhezan e.
Repertuara ‘HEZ’ê ji 8 stranan pêk tê, zêdeyî cîh ji besteyan re vekirîye û aranjoriya albumê jî Erdem Altinses kiriye. Gotinên çar ji wan yên wî ne, sisê jî ji hevalên xwe yên mûzîsyen Dr. Ahmet Kaya, Mirady û Fîkrî Kutlay stendine, ya dawî jî stranek gelêrî ya bi zaravayê Soranî ye.
Taybetmendîya herî girîng a albuma ‘HEZ’ê ew e ku gotinên du stranan ji helbestên şairên gewre Arjen Arî û Berken Bereh hatine wergirtin.
Agît ji alîyê şêwaza mûzîkê ve ceribandinên xwe didomîne. Bingeha stranan bi gelemperî bi awayekî rojavayî hatiye honandin lê hema bêje di her stranê de motîfek û referansek (çi aliyê enstrumanan û çi jî ji aliyê bikaranîna dengî ve) rojhilatî û herêmî heye.
Agît Işik dibêje "hûner bi xwe rêwîtîyek e û di vê rêwîtiyê de tu rastî çi dîmenî bê, bixwazî nexwazî wê tevlî hûnera te bibe" û dixwaze wan dîmenan nîşanî me bide.
Hunermend Agit Işik ji bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê ye û ligel du albûman heya niha di hîn projeyên wek "Stranên Fîkrî Kutlay", "PEŞK (Ji bo bîranîna Bro Omerî)" û bi du sîngleyan cî girtiye.