Çand_û_Hûner
Belgefîlma Telalê Dêrikî bû namzed bo “Xelata Oskarê”
PeyamaKurd- Derhênerê Kurd Telal Dêrikî belgefîlmeka di derbarê îslamiyên redîkal de amade kir û bo “Xelata Oskarê” namzed hat nîşandan. Telal ji Dêrika rojavayê Kurdistanê ye û hemwelatiyê Almanya ye.
Dêrik di belgefîlma xwe de behsa jiyana çekdarekî ji grûba Nusra dike ku navê wî Ebû Usame ye. Ebû Usame xwediyê 6 zarokane û li bajarê Idlibê dijî. Dêrik di sala 2014an de dest bi fîlma xwe kiriye û di sala 2016an de qedandiye. Telal Dêrikî bo karibe fîlm bikşîne ji Dengê Amerîka re weha gotiye:
“Ez mecbûr mam da xwe weka endamekî wan nîşan bidim. Ji ber wê karê min karekî bi tirs bû. Ez zahf caran ji mirinê rizgar bûm.”