Bestekar Jonathan Goldstein û hevjîna wî Hannah mirin
PeyamaKurd- Bestekarê Brîtanî yê bi nav û deng Jonathan Goldstein û hevjîna wî Hannah ku endama Orkestra Konserê ya BBC yê ye, digel zaroka wan li welatê Îswîçreyê li çiyayê Alpa li buhira Simplonê, di dema bi balafira xwe difiran, balafira wan ket û di necamê de her sê kes mirin. Malbat bi balafira xwe ji Îswîçreyê diçû Îtalyayê.
Berpirs ragihandin ku balafir serê siba rabûye û piştî 1 sietekê nêzî sînorê Îtalyayê ketiye. Piştî balafir dikeve, agir pêdikeve û helîkoptereka ku di halê lezgîn de dixebite diçe ciyê bûyerê, agir vedimrîne û cenazeyan ji balafirê derdixe. Sedema ketina balafirê nayê zanîn.
Jonathan Goldstein, damezrênerê grûba muzîkê ya Goldstein e. Muzîka fîlmê tirsê yê Burbuyê ew çêkiriye û di sala 2007an de xelata Ivor Novelloyê sitendibû.