Ciwanên jîngehparêz 400 balinde berdan xwezayê
PeyamaKurd - Hejmarek ciwan, xwebexş û çalakvanên jîngehparêz ên ji navçeyên Berdereş û Şêxanê çûn binara Çiyayê Meqlûbê û di çalakiyeke xwebexş de, 400 balindeyên ji cureyên cuda berdan hembêza sirûştê.
Çalakvanan bi hildana alayên Kurdistanê û hilgirtina qefesên balindeyan ber bi zinar û çiyayê herêmê ve meşiyan û tê de dehan kew, kevok û balindeyên din hebûn, ber bi asmanê azad ve firandin.
Armanca sereke ya vê çalakiyê zindîkirina sirûşta devera Çiyayê Meqlûbê û bilindkirina hişyariya jîngehî ye.
Serpereştê çalakiyê Şemsedîn Mesûd derbarê vê destpêxşeriya ciwanan de diyar kir ku çiyayên herêmê divê bên zindîkirin û got: "Komek ji ciwanên dilsoz û jîngehdost hewl didan siruşteke saxlem û ciwantir bafirînin. Çend sal in li ser hev Çiyayê Meqlûbê rûbirûyî şewatê dibe û ev yek bûye sedem ku hejmara balinde û ajalan gelekî kêm bibe. Ji ber vê yekê, me hewl da komeke balindeyên resen ên deverê bikirin û careke din li vî çiyayî azad bikin."
Ev çalakiya ciwanên Berdereş û Şêxanê ji aliyê welatiyên deverê ve bi germî hat pêşwazîkirin. Beşdarên çalakiyê destnîşan kirin ku xebatên wan ên bi vî rengî ji bo dewlemendkirina jîngeh û canewerên kovî li herêmê dê berdewam bin.