TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Dema xebatên çêkerina rê mezelên sikeftî yên 3 hezar salî hatin dîtin

Admin H
Nivîskar
📅 14 îlon 2020 03:55

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, dema xebatên kolandinê yên firehkirina rêya navçeya Erdîşê 2 mezelên şikeftan ên 3 hezar salî hatin dîtin.

Hat ragihandin ku dema xebatên kolandina rêya navbera Erdîş-Adilcewazê di 20 kîlomtereya rê de, di kolanan de 2 mezelên dîrokî hatine dîtin û yên serdema Ûrartûyan e.

Pisporên erdnasiyê yên Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê piştrast kirine ku herdu mezelên şikeftan xwedî dîroka bi qasî 3 hezar salan e û ew mezelên kesayetên girîng ên Ûrartûyan e ku li mezelên şikeftan dihatin veşartin.

Parve bike: