Dengê azadiya Îranê û afirînera 'Persepolis'ê koça dawî kir
PeyamaKurd - Karîkaturîst, nivîskar û derhênera Fransî ya bi eslê xwe Îranî ya navdar Marjane Satrapî, di 56 saliya xwe de li Parîsê koça dawî kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê malbat û kesên nêzîkî wê ve ji bo ajansa AFPê hatiye ragihandin de hat gotin ku Satrapî, nêzîkî salekê piştî mirina mêrê xwe Mattias Rîpa (ku evîna jiyana wê û hevkarekî wê yê nêzîk bû û di Nîsana 2025an de wefat kiribû), ji ber xem û xemgîniyan can daye.
Satrapî ku nêzîkî 30 salan li Fransayê jiya di sala 2006an de bû hemwelatiya vî welatî û wekî yek ji rûyên herî pêşeng ên parastina mafên jinan û azadiya ramanê ya li cîhanê dihat naskirin.
Şopa wê ya hunerî û mîrata 'Persepolis'ê ya gerdûnî
Marjane Satrapî di asta navneteweyî de herî zêde bi xêzeroman û fîlma anîmasyonê ya otobiyografîk a bi navê "Persepolis" dihat naskirin, ku tê de zarokatiya xwe ya li Tehranê, zilm û zordariya dema Şoreşa Îslamî ya sala 1979an û sirgûniya xwe ya li Ewropayê bi zimanekî hunerî û rexneyî nîşan dabû.
Ev fîlm di Festîvala Fîlman a Cannesê ya sala 2007an de Xelata Juriyê wergirt û bû namzedê Xelata Oscarê. Piştî şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ya piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî jî, wê pirtûkek li ser vê tevgerê amade kiribû.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji bo wefata wê peyamek belav kir û ew wekî hunermendeke mezin a ku zarokatiya xwe ya Îranî veguherand çîrokeke gerdûnî bi nav kir.
Herwiha wê piştî mirina mêrê xwe, weqfeke sînemayê ya ji bo piştgirîya xwendekarên biyanî ava kiribû.