Derket holê ku Ûrartûyan li Keleha Ayanîsê boyaxa sentetîk bi kar aniye
PeyamaKurd - Li Keleha Ayanisê di encama lêkolînan de derket holê ku Ûrartûyan boyaxa sentetîk bi kar aniye. Li Keleha Ayanisê ya ku bi deste Mîrê Ûrartûyan Rûsayê 2yem hatiye çêkirin, mînakên boyaxa sentetîk hat dîtin.
Keleha Ayanîsê li ser girekî hatiye çêkirin ku Gola Wanê ji wir xuya dike. Ev keleh yek ji wan kelehên herî mezin e ku Mîrektiya Ûrartûyan çêkiriye. Nexş û dîwarên wê yên bi kerpîç heta roja îro mane.
Li ser vê kelehê 30 sal in ku xebatên restorasyonê berdewam dike. Di encama van xebatan de hat tespîtkirin ku 2 hezar û 700 sal beriya niha, li ser dîwarên kelehê boyaxa sentetîk hatiye bikaranîn.
‘DIBE KU JI GOLA WANÊ SÛD WERGIRTIBIN’
Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Mehmet Işikli serokatiya xebatên kolandinê û restorasyonê dike.
Prof. Işikli got ku Ûrartûyan ji Gola Wanê sûd wergirtine û wiha axivî:
"Me tesbît kir ku dîwarên salonê bi rengê şîn hatiye boyax kirin. Ev boyax ji bo dîroka arkeolojiyê girîng e. Me analîz kir. Em dizanin ku berê jî mirovan boyax çêkiriye. Berê bêhtir bi keviran yan jî ji kokên boyaxan dihat çêkirin. Tişta em li vir dîbinin cuda ye. Li vir boyaxa sentetîk hatiye bikaranîn. Yanî bi têkvedan madeyên kîmyayî hatiye çêkirin. Ji ber vê ev tiştekî gelekî taybet e. Ev boyax li Anadoluyê cara ewil li vir hatiye bikaranîn. 2 hezar û 700 sal berê bi destê Ûrartûyan hatiye çêkirin. Li dinyayê mînakên vê boyaxê li Misrê hatibû dîtin. Ji ber ku pêşiyê li Misrê derketye holê navê wê danîbûn'şîna Misrê.' Ev cureboyax îro di xaniyên nûjen da tê dîtin."