Di festîwalê de di 10 deqeyan de 100 kes birîndar bûn
PeyamaKurd- Li welatê Hindistanê digel festîwalên din, festîwaleka dinê heye ku navê wê (bagwal) “avêtina kevir e”. Gelek ecêbe li Mina ya Erebistanê, di dema hece de, çawa hecac kevir davêji Şeytan, li Hindistanê jî kevir davêjin hev. Li eyaleta Uttrakhand ê ya Hindistanê, di festîwalê de kevir avêtin hev û di nav 10 deqeyan de 100 kes birîndar bûn.
Di festîwalê de xelk dibe du grûb û keviran davêjin hev. Gelek kes jî temaşa wan dikin. Di nav xelkê de ew bawerî heye ku xwîna tê rêtin pîroz e. Lê ev ne çandeka giştî ya seranserê Hindistanê ye. Dibe tenha di nav wê eyaletê de belkî tenha li wî bajarî tê pîrozkirin.
Lê Hindistan welatekî balkêşe ku ji gelek netewe, kêmnetewe û olan pêk tê. Lewra ye adetên wan yên ji hev cuda hene û çandên wan yên balkêş hene.