TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Dika ahengê roxiya: 266 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 13 tebax 2018 22:23

PeyamaKurd- Li herêma Galîçyayê ya Îspanyayê di ahenga muzîkê de platforma ku ji textan li ser avê hatibû çêkirin roxiya û di encamê de 266 kes birîndar bûn.

Tîmên rizgarkirinê alîkariya birîndaran kirin û sobeber di behrê de xebata rizgarkirinê kirin. Di nava birîndaran de 4 jê birînên wan xedarin.

Dika ku li ser behrê çêkiribûn dirêjahiya wê 30 metre û firehiya wê 10 metre bû. Bes giraniya ku hat ser dikê gelek bû û di encamê de dik roxiya. Yên ser dikê hemû ketin behrê.

Polîsê herêmê ragihand ku di bûyerê de mirî tine ne.

Parve bike: