Çand_û_Hûner
Gulên Guldexwîn, çiyayên navça Sincik a Semsûrê bi sorî xemilandin
PeyamaKurd – Guldexwîn, çiyayên navça Sincik a Semsûrê bi sorî dixemilînin. Gelek kes dizanin ku guldexwûn tenê li çiyayên Hakkariyê çêdibin lê ev rast nîne.
Li Çiyayê pişt navça Sincikê ku rêzeçiyayê Nemrûd tê hesibandin, bi hatina Baharê re gulên guldexwîn vebûn û çiya xemilandin.
Guldexwîn, li Kurdistanê li çiyayê Sincikê, li Çiyayê Dorşîn a Pasûrê, li çiyayê Helqîs a Sasonê û li çiyayê Hakkariyê gulên xwe dibişkifînin û rengê sora xwe didin Bahara Kurdistanê.