Hewlêr: Ji bo rekora Guinnessê 5 hezar kesan cilên Kurdî li xwe kir
PeyamaKurd - Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê îro 24ê Hezîranê Festîvala Kincên Kurdî dest pê kirr ku 5 hezar kes bi cilûbergên Kurdî kom bûn daku rekora Pirtûka Guinnesê tomar bikin.
Festîval ji aliyê rêxistina "Kurdistan Foundation"ê ve hat destpêkirin daku bi rêya kombûna mezintirîn a mirovî ya bi kincên resen, hewldaneke fermî û sîstematîk bê kirin ji bo tomarkirina navê Kurdistanê di Pirtûka Rekorên Cîhanî ya Guinnessê (Guinness World Records) de.
Çalakiyên vê festîvala rengîn îro li saet 17:00ê êvarê li qada derve ya Navenda Ciwanan a li bajarê Hewlêrê dest pê kirin.
Tê çaverêkirin ku zêdetirî 5.000 kesên ku kincên çandî û resen ên dever û herêmên cuda cuda yên Kurdistanê li xwe kirine tevlî vê kombûna dîrokî bibin daku dewlemendî û mîrata rengîn a Kurdî bi cîhanê bidin nasandin û pêşî li her cûre herifîna çandî bê girtin.
Ev rûdana mîratî ya girîng di demeke wisa de tê kirin ku tê xwestin nasnameya neteweyî û folklorî ya Kurdî were parastin.