TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Hingivê Kurdistanê 4 xelatên zêrîn û zîvîn wergirt

Admin H
Nivîskar
📅 06 mijdar 2026 17:31

PeyamaKurd - Hingivê Herêma Kurdistanê di hevrikiyeka berfireh a welatên Erebî de karî çar xelatên zêrîn û zîvîn di Kongreya Yekîtiya Hingivvanên Ereb de li Emana paytexta Urdinê bi dest bixe.

Endamê Yekîtiya Hingivvanên Ereb Osman Mecîd ragihand ku tevlîbûna îsal gelek cuda bû û şertên pêşbirkê giran bûn, ji ber ku li gorî standardên cîhanî pêşwext pişknîna ezmûngehî ya berfireh bo tevaya berheman li welatê Siûdiyeyê, li wê ezmûngeha ku ji aliyê wê yekîtiyê ve hatibû diyarkirin, hatibû kirin.

Tevî germiya tund û zehmetiya proseya veguhastinê, hingivvanên Kurdistanê nimûneyên hingivên xwe bi awayên dobe, şane û bestî, herwisa tevî wan berhemên ku bo derman û çareseriya bijîşkî tên bikaranîn, bo ezmûngehê şandin. Di nav zêdetirî 200 tevlîbûyîyên welatên Erebî de, tevaya nimûneyên Herêma Kurdistanê hatin pejirandin û di encamê de karî du pileyên yekê yên zêrîn û du pileyên duyê yên zîvîn misoger bikin.

Di derheqa astengiyên di rêya hingivvanan de jî, Osman Mecîd amaje bi wê yekê kir ku ji ber firotina hingivê hawirdarkirî û destçêkirî di sûkên navxweyî de, zirar gehiştiye bazara hingivê navxweyî; herwisa xerciya tevlîbûnê di wê kongreyê de ji pişknîna ezmûngehê, geştkirin, man û tevlîbûnê bi temamî li ser milê hingivvanan bi xwe bûye bêyî ku ti alîkariyeka darayî ji wan re bê kirin.

Endamê Yekîtiya Hingivvanên Ereb daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandinê kir ku di kongre û pêşangehên navdewletî yên bê de ji aliyê darayî û hêsankirinê ve alîkarên hingivvanên Kurdistanê bin, ji ber ku li gorî gotina wî "eger alîkarî hebe, li şûna çar nimûneyan, em dikarin bi 50 nimûneyan pişkdar bibin û zêdetir xelatan werbigirin, ev jî navdariya hingivê Kurdistanê li ser astê cîhanê bilindtir dike û bazara navdewletî jê re diafirîne".

Mecîd, herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku şanda Kurdistanê bi alaya Kurdistanê û bi kincên resen ên Kurdî pişkdarî kiriye, vê yekê jî bala ragihandina Erebî û cîhanî di wê kongreyê de kêşaye û wan giringî pê daye.

Parve bike: