Çand_û_Hûner
Hunermend Yelda Abbasî hat berdan
PeyamaKurd - Hunermenda Kurd Yelda Abbasî ku ji bo beşdariya bernameyeke li Stenbolê bibe hatibû Tirkiyê û şeva borî li balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû binçavkirin, îro 7ê Kanûnê hat berdan.
Hat ragihandin ku piştî îfadeya Abbasî hatiye wergirtin ji aliyê dadgehê ve hatiye berdan.
Hat zanîn ku Yelda Abbasî bi hinceta beşdariya bernameyeke Baroya Wanê lêpirsîn li ser hatiye destpêkirin û ji ber wê hatiye binçavkirin û îfadeya wê hatiye standin.
Yelda Abbasî ji bo beşdariya bernameya 27emîn salvegera damezirandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya 9ê Kanûnê (Bostanci Gosteri Merkezi) bike hatibû Tirkiyê.