Hunermendê şanoyê yê Tirkiyê Münir Canar jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Şanoger û leystikvanê sînama Tirkiyê Münir Canar, li Ankara di 81 saliya xwe de wefat kir. Rêvebiriya Şanoyên Dewletê ya Tirkiyê ji bo hunermend Canar di ser medya civakî de peyama sersaxiyê belav kir û got:
“ Mamostê me yê şanoyên dewletê Münir Canar ji nav me bar kir. Ji ber mamostê me yê sinema û şanoyê Münir Canar di 81 saliya xwe ji nava me bar kir, em gelek xemgîn in. Münir Canar, temenê xwe bo hunerê bexşand, di bin sîwana Şanoyên Dewletê de wekî leystikvan û derhêner gelek beheman da.
Bi leystikvaniya xwe ya taybet şopên kûr di sinama û şanoyê de hişt. Em wî bi rêzdarî, hezkirin û bi rehmet bibîr tînin. Bila serê civaka hunerê û hezkiriyên wî Sax be.”
Canar di sala 1967an de ji Ankara ji konservatuara dewletê der çû. Di gelek şano û rêzefîlmên sinamayê de leyîst. Bernama mersaima defna wî heya niha nehatiye aşkerakirin.