TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Îro Roja Sanoyê ya Cîhanî ye | Belavoka Roja Sanoyê ya îsal Nadeem nivîsî

📅 27 adar 2020 18:03

PeyamaKurd - Roja Şanoyê ya Cîhanî ji sala 1961ê û vir ve her sal di 27ê Adarê te tê pîrozkirin. Yekîtiya Şanoyên Netewî (ITI) ev roj diyar kiriye ku îsal bo 62yan tê pîrozkirin. Belavoka roja şanoyê cara ewil nivîskarê frensizi Jean Cocteau nivîsiye.

Di vê rojê de kedkarekî şanoyê belavokeke navnetewî dinivîse û ev belavok ji bo gelek zimanan tê wergerandin. Belavoka îsal serokê Şanoya Ajoka ya navdar Shahid Nadeem nivîsî.

Ji Koma Şanoyê ya li Qamişloyê Gurgîn Îsa ango Dilovanê Deştê nameya Shahid Nadeemî ji ingilîzî ji bo kurdî wergerand.

Di beşek nameya xwe de dibêje:

"Ez ne kesekî ayînî me û guhdana min li Sûfîzmê (ramanên ayînî) tenê di aliyê rewşenbîrî de ye. Ez bêhtir bi aliyên hunermendî û şanogerî yên helbestvanên Sûfî yên Bencabî ve girêdayî me. Lê, cemawerên li min temaşa dikin, dibe ne hişkbawer û tundrew in, lê dibe ku xwedî baweriyên olî jidil bin. Vedîtina çîrokên weke ya Bulleh Şah, û gelekên din yên mîna wê di hemî çandan de, dikare bibe pireke ku me – têkildarên şanoyê - û bînerên ku nezan in, lê dilgerm in, bi hev ve girê dide. Em bi hev re dikarin aliyên şanogeriyê yên giyanî û rûhî bidin xuyakirin, û piran di navbera demên borî û yên bên de ava bikin jibo avakirina siberojeke ku çarenivîsa hemî gelan be, çi kesên bawermend û çi nebawermend, şanoger, kalemêr û neviyên wan."

Şanogerî xwedî rol e, xwedî roleke payebilind e

Şanogerî xwedî rol e, xwedî roleke payebilind e di çalakirin û livandina merovahiyê de, da ku xwe ji jêrketina ber bi kortalê ve dûr bixe. Ew dikare şanogehê, cihê pêkanîna şanoyê ber bi pîrozbahiyê ve bilind bike. Li Başûrê Asiya, hunermend, berî ku derkevine ser şanogehê, ew bi şêweyekî rêzgirtinê destên xwe didinê. Ev jî kevneşopandineke kevnar e ku, dema ku tiştekî giyanî û yekî rewşanbîrî bi hev re dibûne yek, dihate bikaranîn. Niha ew dem hatiye da ku wê têkildariya di navbera hunermend û bîneran de dîsa bidest bixin, demên borî û siberojê. Bikaranîna şanogeriyê dikare bibe karekî pîroz, û leyîstikvanên şanogeriyê (acter) jî dikarin bibine avatarên rola ku pê radibin. Şanogerî hunera pêkanîna şanoyê ber bi cîhaneke bilindtir ve hildidin. Şanogerî xwedî hêzeke gewre ye ku dikare pîrozwer be, û dikare goristanekê jî bike meydan jibo pêkanîna şanoyê.

Shahid Nadeemî kî ye?

Shahid Nadeem di sala 1947an de li Soboro, Keşmîr ji dayik bûye. Hîn di temenekî biçûk de dema ew yeksalî bû penaber bûye, çaxê malbata wî neçarbû da koçî Pakistanê bikê ya ku wê demê ji nûve ava dibû, piştî şerê sala 1948an di navbera Hindistan û Pakistanê li ser herêma Keşmîr ya nakokî li ser berdewam in. Ew li Lahora Pakistanê dijî û li wir macistêr di zanîsta derûnî de ji zankoya Pencab wergirt. Wî şanoya xwe ya yekem wek şagirtekî zankoyê nivîsî lê dema ku wî dest bi alîkariya koma Şanoya parçebûyî li Pakistan kir, Ajoka, ya ku Medîha Cewher avakir ew jî çalekvaneke şanoyê bû ku paşê bûye hevjîna wî, wê hingê taybetmendiya wî ya nivîskariyê tekez bû. Şehîd Nedîm bihtir ji 50 şanoyên resen bi herdû zimanên Pencabî û Ordo nivîsandin û gelek serrastkirin li ser şanoyên Birîxt jî kir.

Parve bike: