TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Ji Demirtas pirtûkeke nû ‘Devran’: 'Wê dewran vegere'

Admin H
Nivîskar
📅 03 nîsan 2019 19:08

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji girtîgeha Edirneyê pirtûkeke nû ya çîrokan nivîsand.

Pirtûka çîrokan a Demirtaş ji 14 çîrokan pêk tê û navê wê ‘Devran-Dewran’ ku bi çîroka ‘Dê rojek dewran vegere’ dest pê dike.

Demirtaş beriya niha jî bi navê ‘Seher’ pirtûkeke çîrokan ji girtîgehê nivîsandibû û ew pirtûka wî tevî kurdî bi çend zimanên din ên dinyayê jî hatibû wergerandin.

Pirtûka ‘Dewran’ bi tirkî hatiye nivîsandin û ji aliyê weşanxaneya İletişimê ve hatiye çapkirin ku 12ê Nîsana 2019an li pirtûkfiroşan tê belavkirin.

Parve bike: