Çand_û_Hûner
Jimareka zêde ziyaretvan seredana muza mozayîk ya Zaugmayê dikin
PeyamaKurd – Hemû berhemên ku ji seha Zaugmayê ya li ber çemê Firatê li dora navça Nîzpê heya niha derketine, birine bajarê Entabê (Dîlokê) û di muzeyekî taybet ya bi navê Zaûgmayê de kirine pêşengehê.
Muze ya Zaûgmayê di dinyayê de muzeya herî mezin ya berhemên mozayîkê ye. Ji ber wê jî gelek bala ziyaretvanan dikşîne û di roja 11.04.2024an de 5.660 kes seredana muzeyê kirin. Muze bi ser rêvebiriya giştî ya heyiyên çandî û muzeya ye. Rêvebiriya giştî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand:
“Muze ya mozayîkî ya Zaûgmayê ya li bajarê Entabê îro ziyaretvanên herî zêde seredana wê kirin ku jimara wan 5 hezar û 660 kes bû. Ji ber eleqa we sipasiya we dikim. Her wext bifermin û werin.”