TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Jina Kurd Xelata Baştirîn Xwendekara Îlhambexş wergirt

Admin H
Nivîskar
📅 13 hezîran 2026 10:00

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku jineke Kurd ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê xelata Baştirîn Xwendekarên Îlhambexş li bajarê Manchester ê Brîtanyayê wergirt.

Semer Hisên li bajarê Manchester yê Brîtaniya xelata Baştirîn Xwendekarên Îlhambexş "Inspiring Students" bo sala 2026an bi dest xist.

Semerê di nava nêzîkî 15 hezar xwendekarên peymangeh û zanîngehên devera Manchestera Mezin a rojavayê Brîtaniya de, hêjayî vê xelata bi prestjîk hate dîtin.

Semer xelka gundê Til Cemanê yê gundewarê Dêrikê ye û ev 2 sal in li Brîtaniya dijî.

Li zanîngeha Şamê beşê Jeolojiyê xwendiye û li kolêja Manchester "Bîrkarî, Zimanê Inglîzî û Wergerandin" xwendine û di heman demê de weke mamosteyeke xwebexş a bîrkarî, waneyan dide.

Parve bike: