TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Koçerên Antalya jî ji çiyayên Torosan dadigerin peravên deryayê

Admin M
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2026 21:11

PeyamaKurd – Li bajarê Antalya yê Tirkiyê li navça Alanya koçerên herêmê (yörük) ku piraniya wan Turkmenin terş û tareşên xwe di havînan de derdixin zozanên Torosan. Koçer di 4 an 5 mehan de pezên xwe li çiyayên Torsan di hînkayiyê de diçêrînin.

Bi hatina sermaye re koçer weka koçerên Kurdistanê xwe berdidin ciyên germ da heywanên xwe ji sermaye biparêzin. Li zozanên navça Gündoğmuş li zozanê Eğrigöl Akdamê heywanên xwe 4 an 5 mehan çêrandin û niha ketin ser rê dagerin germiyanan.

Çûna wan ya zozanan di dawiya meha Gulanê de destpêdike û çûna wan ya zozanan 10 roj dewam dike. Niha li ser rêya dagerêne û ji ajalvanan Murat Uyar ji bo çapemeniyê ragihandiye:

“Heywankarî meslekekî cuda ye. Dema hewa germ dibe dixwazin herin zozanan. Dema dibe Payîz dixwazin dakevin peravên behrê. Tu nikarî heywanan bê xwedî bihêlî. Divê mirov wan bişopîne. Kesê ji vî karî hez neke nikare bike. Hezkirin divê, ked divê.”

Ajalvanî weka ajalvaniya Kurdistanê perçeyekî ji çand û jiyana koçbera ye.

Parve bike: