Çand_û_Hûner
Komeleya Nûbiharê dest bi dersên online yên zaravayên Kurdî dike
PeyamaKurd – Komeleya Nûbiharê ji bo zarok û mezinan dest bi dersên online yên zaravayên Kurdî dike.
Li gor zanyariyan, Komeleya Nûbiharê îsal li gel Kurmancî, Soranî û Kirmanckî, wê cara yekem dersên Kelhûrî jî bide.
Li Komeleyê wê online ders him ji bo mezinan û him jî ji bo zarokan bên dayîn.
Herwiha wê polek bi taybet ji bo jinan jî were sazkirin û mamosteya polê jî wê jin be.
Hat ragihandin ku yên ku bixwazin beşdarî kûrsên Kurdî bibînin dikarin heta 10ê Hezîranê navên xwe tomar bikin.