Li Amedê tabloyeke Picasso hate bidestxistin
PeyamaKurd – Li Amedê tabloyeke ku dihê gotin ku ya wênesaz û peykertiraşê spanyolî Pablo Picasso ye û li serê ‘The naked & killer' ( Tazî û Kujer) dinivîse û mohra Muzexaneya Neteweyî ya Îraqê lê ye, hat bidestxistin.
Duhî roja înî (07.03.2019) di encamdana operasyonekê de 3 gumanbar di dema ku hewil didin tabloyê bifiroşin hatin desteserkirin.
Walîtîya Amedê derbarê mijarê da daxuyanîyek da:
“Di encama lêpirsîn û lêgerîna emnî da tabloyek hat bidestxistin ku li serê mêrek û jinek hatine nîgarkirin û li pişt tabloyê ‘Tazî û kujer’ dinivîse ku ev tablo şahberhemeke Picasso bi xwe ye. Li ser tabloyî îmzeyek heye û li gorî nirxandinan ew îmzeya Picasso ye. Herweha li aliyê paş ê tabloyê jî mohra Muzexaneya Neteweyî ya Îraqê heye.”
Picasso Kî ye?
Wênesaz û peykertraşê spanyolî Pablo Picasso (1881-1973) navê wî yê tam û temam Pablo Diego Jose Francisco de Paula Juan Nepomuceno Maria de los Remedios Cipriano de la Santisima Trinidad Ruiz y Picasso ye. Picasso yek ji girîngtirîn wênesazê serdema 20emîn e. Wî tevî Georges Braque bingeha Kubîzmê danîye.
Hineke berhemên wî yên bi nav û deng ev in:
- Komunyona Ewil (1895-1896)
- Otoportreya Porgijlok (1896) Muzexaneya Picasso (Barselona)
- OtoportreyaPorkin (1896), Muzexaney Picasso (Barselona)
- Otoportre (1899-1900)
- Otoportre Yo, Picasso (Bihar 1901), Koleksîyona Taybet (New York)
- Maternidad, Picasso (1901)
- Otoportre: Yo (1901), Koelksiyona John Hay Whitney (New York)
- Kafede (1902)
- Otoportre (1901), Muzexaneya Picasso (Paris)
- Madame Soler (1903), Pinakothek der Moderne, Munix
- Dama en li Konserta Edenê (1903)
- La Tragedie (1903)
- Hayat (1903)
- Portreya Jaime Sabarte (1904)
- Dena Harlekin rûniştiye (1905)
- Les Saltimbanques (1905)
- Portreya Gertrude Stein (1906)
- Serê ciwanekî (1906)
- Du heb Nû (1906)
- Otoportre (1906),
- Paletli Otoportreya bi palet (Havîn / Payîz 1906), Philadelphia Museum of Art (Filadelfiya)
- Behrevan, Dema cîgarê (1907)
- Otoportre (1907), Narodni Gallery (Prag)
- Jinên Avignonî (1907), Museum of Modern Art (New York)