TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li bajarê Hatayê di kolandina binê erdê de mozayîk dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 14 tebax 2026 16:21

PeyamaKurd – Bajarê Hatayê bi taybetî Deşta Amîkê yek ji sehayên medeniyeta Hatiya ye (Hitit) ku sînorê wê ji Qarqamîşê destpêdike.

Di nav seha medeniyeta Hatiyan de li bajare Hatayê li navça Reyhanlıyê 1,5 metre di bin erdê de bermayiyên mozayîkan û dîwar hatine dîtin.

Li gundê an taxa Davutpaşa di wexta xebata di nav baxçe de ew berhem hatin dîtin û yekser xebatê dan rawestandin. Sehayê xistin bin parastinê û niha tîmên muzeya Hatayê li serê xebatê dikin.

Mozayîk bi taybetî di dema Romayiyan de dest pê dike û heya dereng dewam dike. Bi seha Hatayê re seha Zaugmayê û Belqisê jî bi mozayîkên xwe navdar in.

Tevî seha yê kesekiye jî, ji ber berhemên dîrokî tê de dîtin, sehayê xistin bin parastinê. Der û dora bajarê Hatayê bi mozayîkên xwe navdare û hem giren wan yên demen berya mîladê bimermer hatine çêkirin û niha di bin parastinê de ne.

Muze ya Hatayê ji aliyê berhemên mozayîk de gelek bi nav û deng e.

Parve bike: