TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Diyarbekirê, Festîvala Fîlmên Kurt a Navneteweyî dest pê dike

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 gulan 2022 22:26

PeyamaKurd-Festîvala Fîlmên Kurt a Navneteweyî ya 2yemîn a Diyarbekirê dest pê dike. Festîvala ku par rastî eleqeyeke mezin hat, îsal jî dê pisporên qada sînemayê, li bajêr bicivîne. Hat ragihandin ku Festîval dê di navbera 2 û 5ê Hezîranê de dest pê bike.

Festîvala Fîlmên Kurt a Navneteweyî ya Diyarbekirê, di sala 2yemîn de bi tevkariya Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyeyê û Parêzgariya Diyarbekirê tê lidarxistin. Festîvala ku dê îsal di navbera 2 û 5ê Hezîranê de çêbibe, di bin berpirsiyariya Derhêner Serhat Gonen de tê rêvebirin. Serlêdanên ji bo festîvalê ya fîlmên Kurt, di 10ê Nîsanê de dest pê kiribûn û dê heta 20ê Gulanê dewam bikin.

Hat ragihandin ku ji bo belavkirina li serkeftiyan, 15 peyker hatine amadekirin û xelat jî 40 hezar TL hatiye diyarkirin. Kesên ku bixwazin fîlmên xwe yên kurt pêşkêşî festîvalê bikin, dikarin li ser navnîşana malpera webê ya filmfreeway.com/DiyarbakirShortFilmFestival serlêdanê bikin.

Parve bike: