Çand_û_Hûner
Li Hewlêrê Festîvala Muzîkê ya çar parçeyên Kurdistanê tê lidarxistin
PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê festîvaleke netewî ya muzîk û stranên çar parçeyên Kurdistanê tê lidarxistin.
Hat ragihandin ku dê festîvala muzîka kurdî 23yê Mijdarê were lidarxistin û gelek kom û hunermendên navdar ji hemû beşên Kurdistanê beşdariya wê bikin.
Beşdarên festîvala mûzîkê ya Hewlêrê ji niha ve dest amadekariyên xwe kirine.