TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Midyadê bi 4 zimanan konser hat dayîn

Admin M
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2018 22:11

PeyamaKurd- Qeymeqamiya navçeya Midyadê ku bi ser Mêrdînê ve ye, yekemîn festîwala çand û hunerî li darxist. Di konserê de bi 4 zimanan kilam hatin gotin.

Destpêka konserê bi meşa grûba bi def, zirne û kemançê destpêkir. Meş ji çarşiya Zîvkeran heya meydana festîwalê dewam kir. Midyad bi gelek tiştên xwe bi nav û deng e. Dereka dîrokiye, hemû avahîyên kevin ji kevir hatine avakirin. Li navçê mihelmî hene ku bi Erebî diaxifin. Suryanî û Kildanî hene. Çand, huner, jiyan, xwarin, hunerên destî, mekanên dîrokî, zîvkerî û hostatiya kevir bi nav û deng in.

Di festîwalê de parlementerê berê Orhan Mîroğlu, meslehetguzarê Hollanda yê Ankara Erik Weststrate, papazê dêrên Midyadê Îshaq Ergun û yek ji serpereştê Êzîdiyan axaftinan kirin.

Di festîwalê de koro ya Marev ya Mûsîqiyê bi Kurdî, Tirkî, Ermenî, Erebî, Îbrî, Zazakî û Rûmî konser da.

Bernama festîwalê gelek dewlemende û wê hêj gelek aheng bên kirin.

Parve bike: