Li Rojhilatê Kurdistanê Cejna Mêhreganê hat pîrozkirin
PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê, ji bo cara duyem li Şikefta Dîrokî ya Kereftoyê ya di navbera Dîwandere û Seqizê de, Cejna Mêhreganê bi beşdariya hejmareke mezin a welatiyan, rewşenbîr, hunermend û lêkoleran bi rengekî bi heybet hate vejandin.
Cejna Mêhreganê ku di çanda Zagrosê de ne tenê dawiya demsala dirûnê, di heman demê de sembola serkeftina ronahiyê ya li ser tariyê û dadperweriyê ya li ser zordariyê nîşan dide, rasterast bi bîrdoziya Mîtrayî û çanda resen ve girêdayî ye.
Di vegotinên dîrokî û mîtolojîk de, Mêhregan wekî temamkera Newrozê tê dîtin; ku Newroz destpêka serhildana li dijî sitemkariyê be, Mêhregan jî sembola çespandina dadperweriyê ye.
Lêkoler Dr. Mihemed Elî Sultanî da zanîn ku ev roj di mîtolojiyê de roja tacdanîna Ferîdûn e. Serperiştiyarê koma helperkê ya Seqizê Mensûr Xosrewî jî anî ziman ku parastina van boneyên resen mîrateyeke neteweyî ye. Her wiha çalakvan Çiro Karger banga parastina Şikefta Kereftoyê kir û xwest ku ev cihê dîrokî di lîsteya kelepûra cîhanî ya UNESCOyê de bê tomarkirin.