TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Semsûrê wexta ser rezan hat

Admin M
Nivîskar
📅 12 îlon 2026 18:04

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê bi taybetî li navça Golbaşiyê li belda Belörenê destpêkirina çûna ser rezan bi aheng dest pêkir.

Aheng, bi sedema ku çûna ser rezan bi nesla nûh bidin nasîn hat kirin. Ev jî perçeyekî ji çanda gundaye ku xelk debara xwe bi bidestxistina berhemên tirî yên weka dims, mewij, bastêq, benî û şaran dike.

Di ahenga çûna ser rezan de, parêzgerê Semsûrê, welatî û hilberînerên berhemên rezan hebûn. Çinîna gûşiya tirî ya ewilî ji aliyê parêzgerê bajarê Semsûrê Küçük destpêkir.

Tirî, mewij, bastêq û temamê berhemên ji rezan yên lis eranserê bajarê Semsûrê bi nav û denge.

Hilberîna berhemên tirî yên îsal ji yên saşla borî baştire û ev jî aboriya babêj xwurt dike.

Parve bike: