TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Parlamenterê Kurd: Divê perwerde bi temamî bi Kurdî be

Admin H
Nivîskar
📅 15 îlon 2026 19:57

PeyamaKurd - Parlamenterê Sûriyeyê yê Kurd Ridwan Sîdo, di rûniştina parlamentoyê de axivî û rexne li awayê bicihanîna biryara naskirina zimanê Kurdî girt.

Sîdo ku bi parêzer e got, tevî ku naskirina zimanê Kurdî wekî zimanê neteweyî pêngaveke girîng e, lê rêkarên Wezareta Perwerdeyê ev ferman ji naveroka wê ya erênî vala kiriye.

Sîdo bal kişand ser wê yekê ku li herêmên ku Kurd lê pir in divê perwerde bi temamî bi zimanê Kurdî be û nabe ku ev maf tenê bi sê dersên vebijarkî ve were sînordarkirin.

Sîdo di dawiya axaftina xwe de pirsî ku mafê hilbijartina azad a xwendekaran çawa hatiye şîrovekirin û rexneyên xwe yên li ser kêmasiyên rêziknameyê anî ziman.

Parve bike: