TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

PDK ji bo li hemû dibistanên Iraqê perwerdeya Kurdî bê kirin kete tevgerê

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2022 23:06

PeyamaKurd – Parlamentara Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Kerkûkê û Endamê Komîsyona Perwerdehiyê di Parlamentoya Iraqê de, Necwa Hemîd daxwaz kir ku perwerdeya kurdî bikeve mufredata giştî ya Iraqê û li hemû dibistanê Iraqê bê dayîn.

Necwa Hemîd daxwaz ji parlamentoyê kir, bernameyeke taybet bo perwerdeya kurdî were amadekirin û li seranserê Iraqê di dibistanan de bê dayîn.

Herwiha Necwa Hemîd, bal kişandiye ser ku ji ber kêmbûna mamosteyan li hinek dibistanan kurdî baş nayê fêrkirin û di mufredatê de jî cî nagire.

Li gorî Destûra Iraqê, li Iraqê du zimanên fermî hene ku Erebî û Kurdî ne, lê maf bo zimanên Turkmenî û Suryanî jî hatiye dayîn ku li dibistanan perwerde bi wan bê dayîn.

Parve bike: