TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Pirtûka ‘Tarîxa Hesenkêfê’ hat wesandin

📅 07 îlon 2019 19:08

PeyamaKurd - Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka “Dîroka Heskîfê” ya bi navê “Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir” li Stenbolê çap kiri

Pirtûka “Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir ji bo dîroka kurdan, di periyoda dîrokî ya navbera “Tarîxu Meyyafariqîn”a Îbnul-Ezreq û “Şerefname”ya Şerefxanê Bedlîsî de çavkaniyeke girîng e. Pirtûk behsa dîroka bajarê Heskîfê ya du serdeman dike ku wê di bin ava Bendava Ilisuyê de bimîne. 

— Nûbihar (@nubihar) September 6, 2019

PIRTÛK DERBARÊ SERDEMA AVABÛNA MÎREKTIYÊN KURDAN ÊN BERIYA OSMANIYAN DE AGAHIYÊN GIRÎNG DIDE

Pirtûk him behsa tarîxa dewleta Eyûbiyan dike ku piştî mîrektiyên kurdan ên bi navê Merwanî, Şedadî, Hesenweyhî, Rewadî, Hezbanî û Fezleweyhî hatiye avakirin him jî agahiyên serdema avabûna mîrektiyên kurdan ên beriya Osmaniyan dide ku ev agahiyana di ti çavkaniyên dî de peyda nabin.

Pirtûka ku Akademîsyen Yûsûf Balûken amade kiriye, derbarê mîrektî û eşîretên kurdan ên Bohtî, Rojkî, Suleymanî, Zirkî û Mihranî û eşîreta ereban a Mehelmî û qebîleyên turkmen ên Qereqoyinlî jî de zanyarî hene. 

NUZHETU’N-NAZIR, PIRTÛKA BUROKRATEKÎ SERAYA EYÛBIYAN E

Hesen bîn Îbrahîm el-Munşî el-Hisnî nivîskarê pirtûkê ye ku piştî di sal 1420an de koça dawî kiriye. el-Hisnî di serdema el-Melîkul-Adil Suleyman, hukimdarê Eyûbiyan yê Heskîfê de li serayê burokratekî wî yê girîng bûye.

Beriya pirtûka xwe ya Nuzhetu-Nazirê jî, pirtûkeke bi navê Xayetu’l-Metlûb fî Tarîxî Beytî Eyyûb di 14 Çiriya Pêşiyê ya 1418an de nivîsiye. Di wê de bûyerên derbarê Eyûbiyên Heskîfê de bi berfirehî nivîsiye. Muelif gava ku pirtûka xwe ya Nuzhetu’n-Nazirê diqedîne, notên xwe dibe nîşanî Melik-Adil Suleymanî dike. Qismên şaş û kêm li gor fermanên Sultan sererast û lê zêde dike.

Hêjayî gotinê ye, ligel nerazîbûn û protestoyan jî Heskîf ji ketina bin avê nehat rizgarkirin û WÊ şûnwarên dîrokî di bin ava bendavê dimîne. Beşek ji berhemên dîrokî jî bo Heskîfa nû hatine veguhestin ku piraniya şûnwaran di bin avê de dimînin.

Parve bike: