TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Pistî 8 salan li Diyarbekirê Cejna Paskalya hat pîrozkirin

Admin H
Nivîskar
📅 09 nîsan 2023 18:34

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê piştî 8 salên şerê xendekan ku Dêra Ermenan a li navçeya Sûrê ziyan dîtibû û hatibû girtin, cara yekem Cejna Qiyame ya Hezretî Mesîh (Paskalya) hat pîrozkirin.

Li Dêra Ermenan a Surp Gîragos ku ji nû ve hatiye restorekirin, şevê din merasîma pîrozkirina Cejna Pakalyayê birêve çû û welatiyên xirîstiyanên Ermen ên li Diyarbekirê li dêrê cejna xwe pîroz kirin.

Ermenên Diyarbekirê, piştî 8 salan bi lêdana zengilê dêrê re ayîn li dar xistin. Cemaeta Ermen li dêrê find vêxistin, dua kirin, beşên Încîlê xwendin û îlahî gotin.

Keşeyê Patrîkxaneya Ermenan a Stenbolê Der Kevrok ayîna li Surp Gîraposê birêve bir û kadeyên Paskalyayê û hêkên boyaxkirî li xelkê hatin belavkirin. 

Parve bike: