Rojhilat | Festîvala Hespên Resen ên Kurdî hat lidarxistin
PeyamaKurd - Çaremîn festîvala hespên resen ên Kurdî li ber Çemê Seqizê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 100 hesp û siwaran hat lidarxistin.
Beşdarên festîvalê ji herêmên cihê yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û parêzgehên din ên Îranê hatibûn.
Ev çalakî ji aliyê Desteya Siwarbûna Hespan a Seqizê û bi hevahengiya çalakvanên herêmê hat rêxistinkirin û nêzî 2 hezar temaşevan û hezkiriyên werzîşa siwarbûnê amade bûn.
Parastina nîjadê resen
Di çarçoveya festîvalê de ne tenê performansa siwarbûnê hat nîşandan, kursên fêrbûnê yên li ser perwerdekirina hespan bi rêbazên zanistî û nirxandina bedewî û resenatiya hespan jî hatin pêkanîn.
Rêveberê festîvalê Şepol Mecîdpûr û rahêner Şino Husên tekez kirin ku berdewamiya van festîvalan ji bo windanebûn û pêşvebirina hespên resen ên Kurdî girîng e.
Hespê Kurdî ku bi sîngekî fireh, bilindiya navîn û simên mukom ên ji bo çiyayan tê naskirin, wekî yek ji kevintirîn nîjadên Zagrosê tê pejirandin û beşdar hêvî dikin ku ev nîjad li ser asta navneteweyî bi fermî bê tomarkirin.