Çand_û_Hûner
Romana Kurmancî ya Qazî Muhammed derket
PeyamaKurd – Romana nivîskarê Bazê Kal a li ser jiyana Qazî Muhammed bi navê, ‘2x2=1 Komara Mahabad Qazî Muhammed’ ango Komara Kurdistan a Mahabadê yekem car bi zaravayê Kurmancî derçû.
Ev romana li ser jiyan û têkoşîna Qazî Muhammed, 15ê Îlonê ji aliyê weşanxaneya ‘Yöneliş Yayınevi’ ve hatiye çapkirin.
Romaneke din a nivîskar Bazê Kal ‘Ez Xelefim’ ku ji aliyê heman weşanxaneyê ve hatiye weşandin jî behsa jiyana Mîr Bedirxan dike.
Ev romana li ser Qazî Muhammed yekem romane bi zaravayê kurmancî ye ku li bakurê Kurdistanê tê çapkirin.