TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Talîbanê amûrên muzîkê sewitand: 'Muzîk bêehlaqî ye, divê bê tunekirin!'

Admin H
Nivîskar
📅 30 tîrmeh 2023 20:04

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku polîsê ehlaqê yê rêveberiya Talîbanê, îro Yekşemê amûrên muzîkê bi hinceta ku qedexe û heram in şewitand.

Ajansa fermî ya Afganistanê Bahtarê ragihandiye, Cîgirê Serokê Komîteya Belavkirina Erdemê û Pêşîgirtina Bêehlaqiyê Şêx Ezîlel Rehman el Muhacir gotiye, guhdarîkirina muzîkê qedexe ye û ji ber wê sedemê jî wan amûrên muzîkê kom kirine û şewitandine.

Herwiha Muhacir ev kiryar wekî rêgirtina bêehlaqiyê û xirabkariya nav ciwanan parastiye û diyar kiriye, pêwîste muzîk bê tunekirin.

Li gorî parvekirina medyaya navdewletî jî di nav amûrên hatine şewitandin de, gelek enstrumanên muzîkê yên wekî gîtar, wêne û heta hoparlor jî hebûn.

Parve bike: