TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

VIDEO - Koma Dansê ya Mezopotamya besdarî Mihrîcana Dansê ya New Yorkê bû

Admin H
Nivîskar
📅 13 tebax 2019 19:53

PeyamaKurd - Koma Dansê ya Mezopotamya ku li Stenbolê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) de kar dike, bo 38emîn Mîhrîcana Battery Dance a New Yorkê hat vexwendin.

Koma Dansê ya Mezopotamya li ser vexwendinê beşdarî mihrîcanê bû û du roj berê bi lîstîka xwe ya ‘Hek’ derket ser dikê.

Heman koma dansê doh jî lîstîka xwe ya ‘Leyla’ ku bi navê yekem hunermenda operayê ya Kurd Leyla Bedirxan e li New Yorkê pêşkeşî hunerhezên beşdarên mihrîcanê bûbûn kir.

Parve bike: