Wan | Ji heyama Urartuyan îskeletê jinekê yê 2700 sal berê hat dîtin
PeyamaKurd - Di vekolînên arkeolojîk ên li girekî ku dikeve bakûrê Qela Wanê de, hestiyên jinekê hatin dîtin ku dîrokê digihije beriya 2 hezar 700 salan.
Vekolînên arkelojîk ên li girê dikeve bakûrê Qela Wanê li Bakûrê Kurdistanê, bi beşdariya arkeolog û zanistên ji 10 zan^sngehan, ji aliyê tîmeke 50 kesî ya di bin sepereştiya Rêveberê Navenda Arkeolojî û Dîrokê ya Herêma Wanê li Peymangeha Edebiyatê ya Zaningeha Stenbolê Doç. Dr. Erkan Konyar ve berdewam dikin.
Di xebatên li wê herêma ku ji mezintîrên cihên Ûrartûyan e, birêve diçe de, hestiyên jinekê ku tê pêşbînîkirin dîroka wan bigihije heta 2 hezar û 700 berê, hatin dîtin. Seriyê wê îskeletê pê ve nebû, lingên wê li ber zikê bûn û li ser kêlekê dirêjkirî bû. Zanistên di tîmê de li wî li ser wî îskeletî dest bi lêkolînan kirin.
Ji bilî derxistina holê ya mîmariya Ûrartûyan û temamkirina wê bi kerpîçên weke wê, xebatên zanistî yên derbarê jiyan, çand û dîroka Ûrartûyan de tên kirin.
‘REWŞEKE NE JI RÊZÊ YE’
Serpereştê wê tîmê Doç. Dr. Erkan Konyar ji medya Tirkiyê re ragihandiye ku wan tespît kiriye Ûrartûyan di salên dawîn de ew devera lêkolîn lê pêk tên weke goristanekê (nekropol) bikar aniye.
Konyar diyar dike ku cihgirtina wê goristanê li nav devera cihnişîn rewşeke ne ji rêzê ye û aşkere kir ji ber ku Ûrartûyan goristanên xwe li derveyî bajar an jî deverên cihnişîn çêdikirin û dide zanîn ku ji ber vê yekê ev xebat girîng e.
‘SERÊ ÎSKELET NE PÊ VE YE’
Erkan Konyar derbarê îskeletê wê jina ku serê wê pê ve nîn e, dibêje, “Li gel Ûrartûyan kevneşopiyek heye ku girîngiyeke zêdetir didin serî û wî li cihekî din binax dikin. Di xebatên salên borî de jî em rastî rewşên bi heman rengî hatin. Ev têkildarî çanda bapîran e, ango rewşeke însanî ye.” Konyar dibêje rûyê mirov herî zêde li bira mirovan dimîne û got ku wan jî xwestiyê vê mijarê bi awayekî din binirxînin.
Konyar di dewama axaftina xwe de dibêje ew beriya niha rastî tiştên bi vî awayî hatine lêbelê ev ne rewşeke ji rêzê ye û wiha pê de diçe, “Arkelog, lêkolînan li ser wê yek dikin bê ka sere wê jinê bi qestî jê hatiye kirin, an jî piştî rizîbûnê bi xwe jê bûye. Ji ber ku rasthatina bi rewşeke wiha li girekê, ne ji rêzê ye.”
“DIBE KU DI ŞEREKÎ DE HATIBE KUŞTIN”
Konyar radigihîne, “Ji bermayên di wê gore de hatine dîtin heta koleksiyona xwe xemilandinê, ji bîblo û derziyan bigirin heta ristika morikan, diyar e li vê derê kesên aristokrat jiyane. Diyar e beşeke kesên bijarte(elît) li vê derê bûn. Nebûna sere îskelet gelek ecêb e ji ber ku hestiyên din hemû qewîn in. Ev derbarê awayê mirina wê de jî hinek delîlan dide me. Dibe di şerekê de hatibe kuştin. Lêkolîna vê dê bi xebata antrpolojîk derkeve hole.”