TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Xerawresk (Göbeklitepe) bala siyasetmedarên Îngîlîzan diksîne

Admin M
Nivîskar
📅 07 tebax 2019 02:58

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê perestgeha Xerawreşkê (Göbeklitepe) bala temamê dinyayê dişkîne bal bi xwe de. Perestgeha dîrokî ya li Xerawreşkê û jîngeha wê derê, dîroka wê diçe berya 12 hezar salan. Di dewra ku mirov ji jiyana seyyar û nêçîrvaniyê derbasî dewra binecîhbûnê bûye de hatiye avakirin. Xerawreşk, niha di lîsta mîrata UNESCO yê ya dinyayê de ye. Her roj bi hezaran kes, ji welat û derveyê welat tên seredana vê jîngeha kevin.

Grûba şîrketa Doğuşê, niha bi navê “ji Doğuşê dahatûyekî xweş” destekê dide lêkolînên vê derê, lê xwedî dertê û bi maddî jî destekeka mezin dide xebatên vê derê yên arkeolojîk. Lê tişta balkêş ev der bala siyasetmedarên Îngîlîzan dikşîne û 6 temsîlkarên Partiya Mûhafazakaran ku hemû parlementerin, seredana Xerwreşkê kirin.

Her 6 parlementer qiyasa Xerwreşkê û Stonehenge ya ku li Brîtanya (Îngîltere)ye kirin ku dîroka wê tenha diçe 5 hezar sal berê.

Xerawreşk li ciyeka wisa hatiye avakirin ku jê temamê Deşta Herranê û Binxetê, bajarê Riha û rexê Semsûrê (Adiyaman) hemû jê tê xuyan.

Parve bike: